ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi koma ji bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê dewam dike.

Li bajarên Kurdistanê zilma DEDAŞ'ê dewam dike. Ava 7 gundên navçeya Hezo ya Êlihê 15 roj in ji ber fatûreya ceyranê hatiye birîn. Fatûreyên giran nikarin bêne dayin. Ji ber ku tenê ji gundekî 2 milyon û 600 hezar TL tê xwestin.

Canfeda Zîlan ku sala 2012'an tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, li çiyayên bi heybet ên Zagrosê hînî gerîlatiyê bû. Li vî çiyayî dibe hevrê, dibe şervanekî bêtirs, sira jiyana azad hîn dibe.

Gerîlaya YJA Starê Arîn Koçer got, "Dibe ku dijmin bi teknîkê şer dike, lê belê îdeolojî û baweriya me heye. Heta ev îdeolojî û bawerî hebe, heta ku ev ruhê hevaltiyê hebe em ê bi rengekî mezin bi ser bikevin û dijmin li bin bixin."

Siyabend Guler ku hîn 10 salî ye û li Balabanê dixe, li ser şopa Egîdê Cimo dimeşe.

Li paytexta Gabon Lîbrevîlê, gelek zarok li ser sergoyê Mîndoûbeyê dixebitin.