ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavê sereke ji rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Artêşa Tirk ku li sê parçeyên Kurdistanê ji bo dagirkerî û tunekirinê êrişan dike, bi her rê û rêbazî sûcê li dijî mirovahiyê dike. Artêşa Tirk ne tenê êrişê dibe ser Kurdan, her wiha xweza û çavkaniyên Kurdistanê jî talan dike.

Baran rojekê rabû, ji Qûweytê, ji Sûriyeyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Gerîlayê HPG'ê Baran Şamerî ji têkoşîna hevpar a gelên kurd, Ereb, Suryan bawer kir û li Behdînanê ji bo jiyaneke nû gav avêt.

Gerîlayê HPG'ê Botan Germiyan bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û destnîşan kir, wê nehêlin gelê Kurd bê qirkirin.