ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hakîm Dal ku li Konyayê nîjatperestên Tirk ew kuştî, hate veşartin
Hakîm Dal ku li navçeya Meramê ya Konyayê ji hêla nîjatperestên Tirk ve hatî kuştin, hate veşartin. -
ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê. -
Ji bo 12 kesên hatibûn destgîrkirin serbestberdana bi kontrol- NÛ BÛ
12 kesên ku di merasîma bîranînê ya Qetlîama Sirûcê de ji aliyê polîsan ve bi êşkence hatibûn destgîrkirin û bi daxwaza girtinê ew şandibûn dadgehê, bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. -
HDP’ê Ozaydin bi daxwaza îxrackirinê sewqî disiplînê kir
HDP’ê Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin bi daxwaza îxrackirina kesin sewqî disiplînê kir. -
Li Konyayê di êrişa nijadperest de Kurdek hate kuştin
Li navçeya Meramê ya Konyayê komeke nijadperest a ji 60 kesan pêk dihat êrişî malbateke Kurd kirin. Di êrişê de Hakîm Dal hate kuştin. -
Êşkenceya polîsan a li Kadikoyê hate şermezarkirin
Insîyatîva Malbatên Pirsusê diyar kir hişmendiya komkuj a li Pirûsê û êşkencekar a li Kadikoyê yek hişmendî ye. -
HDP’ê cejna 4 partiyan pîroz kir
HDP’ê cejna Partiya CHP, SP, DEVA û Gelecekê pîroz kir. -
TGC'ê tundiya polîsan şermezar kir
Desteya Rêveber a Civata Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGC) nerazîbûn nîşanî tundiya polîsan da ku li Kadikoy a Stenbolê roja Sêşemê êriş biribûn ser bîranîna qurbaniyên komkujiya Pirsûsê. -
DKP/BOG: Ûlaş Adali jiyana xwe da şoreşê
DKP/BOG’ê diyar kir ku Ûlaş Adali jiyana xwe daye şoreşê û got “Ji bo şerekî şoreşgerî û avakirina jiyaneke azad em bang dikin.” -
DKP/Bîrlîk Adali bi bîr anî: Têkoşîna şoreşê ya yekbûyî divê bê mezinkirin
DKP/Bîrlîk Ûlaş Adali bi bîr anî û destnîşan kir ku li dijî faşîzmê divê ew ji bo şoreşa yekbûyî têkoşînê mezintir bikin. -
HDP: Berpirsê êrîşa nîjatperest a li ser karkeran desthilat e
Berdevkê Komîsyona Çandiniyê ya HDP'ê Ridvan Turan got berpirsê êrîşa li ser Kurdên demsalî desthilata AKP-MHP ye. -
HBDH'ê Ûlaş Adali bi bîr anî
HBDH'ê endamê Komîteya Navendî ya DKP/BOG'ê Ûlaş Adali bi bîr anî û got, "Hevrê Ûlaş Adali, ji bo avakirina tifaqa gelê Kurd û kedkaran cihê xwe di nava damezrandina HBDH'ê de girt." -
ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Li Îzmîrê tevî êrîşa polîsan qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn
Ciwanên ku xwestin bi armanca bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê bimeşin, tevî êrîşa polîsan û destgîrkirinan qad neterikandin û gotin “Em li her derê ne, li berxwe didin. Emê hesab bipirsin.” -
Li Stenbolê polîsan êrîş kir herî kêm 40 kes hatin destgîrkirin
Li Kadikoy a Stenbolê polîsan bi gule û gaza îsotê êrîşî koma ku 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr dianîn kir û 40 kes destgîr kir. Di êrîşê de 2 rojnamevan birîndar bûn. -
Li 3 bajaran êrîş birin ser bîranînên Pirsûsê
Rêxistinên Ciwanan xwestin li Enqere, Îzmîr û Stenbolê ji bo bîranîna Komkujiya Pirsûsê meş û bîranîn lidar bixin. Polîsan êrîş bire ser çalakiyan û gelek ciwan bi êşkenceyê destgîr kirin. -
Şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn: Wê ciwan hesabê wê bipirse
Ciwanên ku li Pirsûsê hatibûn qetilkirin di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn. Di bîranînan de peyama ‘Wê ciwan hesabê wê bipirsin’ hate dayîn. -
HDP: Kujerên Pirsûsê têne parastin
HDP'ê diyar kir ku kiryar û kujerên Komkujiya Pirsûsê têne parastin û got, "Di nava têkoşîna xwe de em ê xwedî li bîranîna 33 rêwiyan derkevin." -
HBDH: Ji bo 33 rêwiyên xewnerojkê em çalak bibin
HBDH şehîdên Pirsûsê bi bîr anî û got, ''Ji bo ku em xeyala 33 rêwiyên xewnerojkan pêk bînin, em bang dikin ku tevlî nav hêzên me yên yekbûyî yên şoreşê û çalakiyê bibin.'' -
Birîndarê Pirsûsê: Ne 6 sal lê 106 sal jî derbas bibe em ê daxwaza edaletê bikin
Birîndarê Komkujiya Pirsûsê Kenan Yildizerler ku 6 sal in li benda edaletê ye, wiha axivî: "106 sal jî derbas bibin em ê ji bo Pirsûsê, ji bo her kesî daxwaza edaletê bikin." -
ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Li Afyonê êrîşî karkerên Kurd kirin, 7 kes birîndar in
Karkerên ji Amed û Mêrdînê ji bo karkeriya demsalî çûbûn Afyonê, ji ber ku bi Kurdî axivîne, gotin ‘terorîst’ û êrîşî wan kirin. Di êrîşê de 7 kes birîndar bûne. -
HBDH'ê li dijî dagirkeriyê banga yekbûnê kir
Komîteya Rêveber a HBDH'ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga yekbûnê kir. -
HDP: Şoreşa Rojava bû hêvî ji gelan re
Rêveberiya HDP'ê Şoreşa Rojava silav kir û diyar kir ku şoreşê jiyana hevpar afirand û bû hêvî ji gelan re. -
HDP'ê cejna qurbanê pîroz kir
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Cejna Qurbanê pîroz kirin û gotin, "Em hêvîdarin ku li çar aliyên cîhanê bibe wesîleya tenduristî, aştî, aramî, edalet û biratiyê."