Li Îzmîrê Rêxistinên Ciwanan bi armanca bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê li ber Îzbana Karşiyakayê hatin cem hev. Wekîlên HDP’ê yên Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî û gelek nûnerên sazî û partiyên siyasî bi armanca piştgirîdayînê tevlî çalakiya ciwanan bûn. Di çalakiyê de pankarta “Di 6. saliya wê de ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesê edalet” hate vekirin û wêneyên qurbaniyan hatin hilgirtin.
Ciwan piştî ku kombûn bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” û “Ji yên li Rojava şehîd bûnî û şer dikin re hezar silav” xwestin ber bi Îskeleya Karşiyakayê bimeşin. Encax bi sedan polîsên ku li qada çalakiyê hatibûn bi cihkirin dor li ciwanan girtin û destûr nedan ku bimeşin.
Piştî ku girse bi dirûşmeya “DAÎŞ’ê kujer AKP’ya hevkar” benda polîsan derbas kir, polîsan bi gaza îsotê û mertalan êrîş kirin, ji pişt ve kelepçe kirin û herî kêm 10 kes destgîrkirin. Wekîlên HDP’yî jî di dema êrîşê de lêdan xwarin. Destûr nedan ku rojnamevan dîmen bigirin û ew derxistin derveyî qadê.
Komek ciwan tevî êrîşê û di di bin dorpêça polîsan de bi qasê 2 saetan qad neterikandin, li vir bi zimanên Kurdî û Tirkî daxuyanî dan. Zehra Akbiyik daxuyanî xwend û diyar kir ku ew ji êrîş û destgîrkirinan natirsin û ewê berxwedan û têkoşînê mezin bikin. Akbiyik her wiha da zanîn ku çeteyên DAÎŞ’ê yên dewlet bi rengek eşkere piştgirî dide wan, wana wek “ciwanên bi hêrs” pênase dikir û bi Tir’an alîkariya çekan dida wan 33 şoreşger qetil kirin û got, “Dîroka wan komkujî, dîroka wan derew e. Komkujiya Pirsûsê li van axan ne yekemîn komkujî ye û ne ya dawî bûye. Yên Poyraz a HDP’yî qetilkirî, yên di nava kolanê de li Hrant Dînk xistinî, yên di Berxwedana Geziyê de kolan weguhertin qada şer, yên Berkîn Elvan di 15 saliya xwe de qetilkirinî û yên ku li Enqerê bi êrîşekê re 102 hevalên me qetilkirinî heman in.”
Akbiyik li dijî qetilkirina Denîz Poyraz got “Denîzek diçe, emê hezar Denîz werin” ragihand ku ew şoreşgerin û wiha axaftina xwe domand; “Em li her derê ne, em li berxwe didin. Emê xeyala cîhaneke azad ya ku 33 qurbaniyên rêya jiyaneke mirovî û bi şeref ji me re hîştinî weguhazînin her qadê; ji bo ku wê sîstema ku bûye bela serê mirovahiyê biavêjin sergoya dîrokê, emê hêza xwe ya rêxistî mezin bikin. Emê hesabê Pirsûsê bipirsin.”
Piştî daxuyaniyê ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Ev hê destpêke, ji têkoşînê re dewam” û “Wê roj were dem bizîvire û kujer hesabê bidin gel” ji qadê derketin.