Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê bi minasebeta 6’emîn salvegera qetilkirina 33 kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn li Cadeya Halîtaga ya Kadikoyê civîna çapemeniyê lidarxist. Di daxuyaniyê de ku pankarta li ser “Bila dilên me ji bo edaletê lê bide” hatibû nivîsandin hatibû vekirin bi berdewamî dirûşmeyên “Wê hesaba Pirsûsê were pirsîn”, “Pirsûsê ji bîr neke, nede jibîr kirin”, “Na ji bîrkirinê re, na ji efûkirinê re” û “Wê ciwan ji kujeran hesab bipirse” hatin berzikirin.
Birîndarên Pirsûsê, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Çengîz Çîçek, Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Dilşad Canbaz, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Hevserokê HDP yê Stenbolê Erdal Avci, Dayîkên Şemiyê, rêveberên Saziya Mafê Mirovan (ÎHD) Şûbeya Stenbolê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Yasemîn Boyraz ku li Pirsûsê dayîka xwe Nazegul Boyraz wenda kiriye hate xwendin. Boyraz behsa têkoşîna berê û piştî komkujiyê hatî rêvebirin kir û yên di nava wan 6 salan de kolan bi kolan têkoşîn kirine silav kir. Boyraz got; “Wana xwe li ber hatina gel hev ya kesên têkoşîna edaletê didin ya li Enqerê ranegirtin. Di doza me de ku ew 6 salin didome, li pêşberî xwe me bi dehan bê huqûqiyên wiha derketin. Li wir careke din dibêjin ku encax bi rexmê her cûre bêhuqûqî û astengiyên ku derdixînin pêşberî me, emê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin.”
Boyraz tekez kir ku heya hemû faîlên komkujiyê neyên darizandin wê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.
Piştre Mehmet Ozkan bavê Ûgûr Ozkan ê ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabû axivî û îro weke qaşo roja cejnê ye îfade kir. Ozkan diyar kir ku ew li şûna pîrozkirina cejnê çalakî dikin û got, “Hinavê me dişewite. 6 salin em edaletê dixwazin, eger li Tirkiyê edalet hebûya wê çima ewqas mirov êş bikişandiba û bihatiba wê derê.”
Ozgen Sadet a ku xwîşka xwe ya bi navê Hatîce Ezgî Sadet li Pirsûsê wendkirî bi bîr xist ku piştî komkujiyê tevî hezaran kesên ku cenazeyên xwe bê xwedî nehiştin meşiyane û ragihand: “Îro em wek malbayên Pirsûsê, weke Ozgen a xwîşka Ezgî, wek Ozgen a keça Biharê, keça Îsmet, wek hevala kekê Cemîl dema em li cadeyên Halîtagayê dimeşin û diçin serdana goristanan wan, min hebûna bi hezaran rêviyên komkujiyê hilgirtiye û ez hatim. Ji ber ku li van axan têkoşîna edaletê tê wateya bûyîna yek û yekîtî. Me ev di kuştina Savaş de, li Mereşê; di Berkîn de, di komkujiya Amedê û Pirsûsê de dît. Em dizanin ku wê têkoşîna me ya edaletê bidome.”
Sadet her wiha anî ziman ku li dijî hemû êrîşan ewê ti caran dest ji têkoşîna ji bo edaletê bernedin û diyarkir, “Ne 6 sal, bi dehan sal derbas bibin jî emê li wir bin, emê dest jê bernedin.”
Dîlek Şeker ya ku bavê xwe Îsmet Şeker di bûyera Pirsûsê de wenda kiribû jî got ku 6 salin bi hevre li edaletê digerin û wiha pêde çû: “6 salin ku wêneyê bavê min di destê min de ye, 6 salin ku nikarim ji bavê xwe re bêjim bavo.” Şeker îşare bi polîsên ku qad dorpêçkiribûn kir û got “Ev polîsane çima wê rojê li dora Amara tinebûn? Ezê ti carî dest jê bernedim.”
Piştre Wekîlê HDP’ê Dilşad Canbaz jî bal kişande ser dema komkujiyê û diyar kir ku wê demê ti polîsek li holê nebû. Canbaz wiha dewam kir, “33 hevalên me hatin qetilkirin. Mîna duh em îro jî bi hêrsin. Em bi hêrsin, ji ber ku yên wana qetilkir îro di dadgehên formalîteyî de tên darizandin. Hestê edaletê ya ku yasayan li gorî xwe diguncînin, emê rojekê bibîr bînîn ku ev edalet wê rojekê pêwîst bike. Kujerên rastîn, kesên esas yên wana teşwîqkirinî wate ewên li ser wê kursiyê rûniştinî, siyasetmedar; ne tenê yê bombe çêkirî, em bang li yên ew parastin û li aktorên siyasî dikin. Heya ku hûn jî bên darizandin wê têkoşîna edaletê ya ji bo 33 kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest danî bidome. Xeyalên wan tenê ne xeyalek bû, xewnên wan têkoşîna sosyalîzmê bû; xewnên wan ne otopya bû. Pêkanîna xeyalên wan erkê me hemûyan e.”
Piştî axaftinan dema çalakvanan dixwestin ber bi Operaya Sureyya ve bimeşin, polîs bi guleyên plastîk û gaza îsotê êrîşî wan kir. Di encama êrîşa polîsan de êşkence li herî kêm 20 kesan hate kirin û ew destgîrkirin. Di êrîşa polîsan de yên nexwestin ji gaza îsotê û ava şit bandor bibin ketin avahiya Navçeyê ya HDP’ê. Polîs li wir jî êrîşên xwe domand, camên deriyê avahiyê şkandin û bombeya gazê avêtin nav avahiyê. Yên di avahiya navçeyê de mabûn piştî demekê di bin dorpêça polîsan de man, piştre 2 kes 2 kes ji avahiyê derketin.
Di tevahiya êrîşê de polîsan ku hewldan pêşiya girtina dîmen û wêne ya ragihandinê bigrin nûçegihana Dokûz Sekîz’ê Fatoş Erdogan di dema êrîşê de ji milê xwe ve birîndar bû. Piştre Erdogan bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Li gel wê yekê ji ber guleya plastîk ya polîsan avêtî Rojnamevan Ozan Acîdere jî ji mil û lingê xwe ve birîndar bû.
Yên ji avahiya navçeyê ya HDP’ê derketin xwestin li Meydana Mehmet Ayvalitaşê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Li vir polîsan dîsa êrîş kirin û 13 kes destgîrkirin.
Navê kesên hatin zanîn ku hatine destgîrkirin wiha ne:
Hîvda Selen, Rabîa Ada, Yaren Tûncer, Can Papîla, Çinar Altan, Denîz Baçecî, Eren Kaya, Sedef Ozer, Ûgûrcan Demîr, Misra Sapan, Atakan Polat, Abdulmelîk Yalçin, Nîsa Dûrdû, Denîz Mîne Ozturk, Mazlûm Dogan Demîrel, Mert Çûhadar, Hasan Dogan, Kemal Yilmaz, Bîlal Bîlîn, Volkan Atmaca, Serhat Bîngol, Rojda Oner, Azat Aksû, Rabîa Berk, Aren Avjîn, Yaren Sarisaltîk, Batûhan Berk Dûran, Rojhat Yaşmîn û Ridvan Salîh Gezegen.
Yên hatinî destgîrkirin wê piştî kontrola tendirustiyê wana bibin Mudûriyeta Emniyeta Stenbolê ya li Cadeya Vatanê û dest bi girtina îfadeya wan bê kirin.