HBDH: Ji bo 33 rêwiyên xewnerojkê em çalak bibin
HBDH şehîdên Pirsûsê bi bîr anî û got, ''Ji bo ku em xeyala 33 rêwiyên xewnerojkan pêk bînin, em bang dikin ku tevlî nav hêzên me yên yekbûyî yên şoreşê û çalakiyê bibin.''
HBDH şehîdên Pirsûsê bi bîr anî û got, ''Ji bo ku em xeyala 33 rêwiyên xewnerojkan pêk bînin, em bang dikin ku tevlî nav hêzên me yên yekbûyî yên şoreşê û çalakiyê bibin.''
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkilî salvegera Komkujiya Pirsûsê daxuyanî da.
HBDH'ê di daxuyaniyê de got, ''Komkujiya Pirsûsê yek ji êrîşa herî berfireh a li ser têkoşîna me ya şoreşa yekbûyî ye. Hem 33 hevrêyên me yên ku bi êrîşê hatine kuştin hem jî yekbûna pêla êrîşê ya piştî vê êrîşê ya li ser Başur, Bakur û Rojavayê Kurdistanê konsepta ku tasfiyekirina hêzên şoreşê datîne holê.''
Bi berdewamî hate gotin HBDH ji bo şikandina vê êrîşa faşîzma AKP-MHP'ê pêvajoya piştî Komkujiya Pirsûsê damezirandina xwe hatiye ragihandin, ''ji êrîşên faşîzmê re gotiye, 'raweste' û nehiştiye ku faşîzm pêvajoya xwe temam bike.''
HBDH'ê di daxuyaniya xwe de bang li gel kir û got, ''Banga me li hemû gelan ew e ku xeyala 33 rêwiyên xewnerojkê pêk bînin. Ev hêza xeyalê bi têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşê re wê faşîzmê hilweşîne, wê desthilata çîna karker û gelên çewisandî ava bike.
Ji bo ku hesabê komkujiya Pirsûsê were pirsîn, ji bo pêkanîna xeyalên 33 rêwiyên xewnerojkê em bang dikin ku tevlî hêzên me yên yekbûyî yên şoreşê bibin û çalak bibin.''