ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.

Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vahap Işikli diyar kir ku li dijî erdnîgariya Kurdistanê polîtîkayên taybet têne meşandin û got, "Ji Amanosê heta Hewsel, Cûdî û Metînayê xwezayeke me heye. Divê em xwedî lê derkevin."

Peymana Lozanê ku Kurdistan pê hate parçekirin wê di salvegera 98'an de ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bê şermezarkirin.

Endamên YJCR û KCR'ê: Li şûna ku ew hemû ciwan diçin û dikevin nava siyaseta qirêj a dagirkeriyê û xwe dikujin, bila werin û tevlî nav refên gerîla bibin.

Hinek ji wan ne wêneyekî xwe ne jî dîmenekî xwe heye. Lê ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirin. Dozdar jî yek ji van bi hezaran şehîdên berxwedanê bû.

Ji ber guherîna avhewayê ya du sed salên dawî, li Swîsreyê zêdeyî 1000 golên nû çêbûn. Vê yekê dîmenê çiyayên Alpê yên Swîsreyê guhert.