DKP/Bîrlîk Adali bi bîr anî: Têkoşîna şoreşê ya yekbûyî divê bê mezinkirin
DKP/Bîrlîk Ûlaş Adali bi bîr anî û destnîşan kir ku li dijî faşîzmê divê ew ji bo şoreşa yekbûyî têkoşînê mezintir bikin.
DKP/Bîrlîk Ûlaş Adali bi bîr anî û destnîşan kir ku li dijî faşîzmê divê ew ji bo şoreşa yekbûyî têkoşînê mezintir bikin.
Yekîtî/Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP/Bîrlîk) têkildarî salvegera şehadeta Ûlaş Adali daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ûlaş Adali hevrê, heval û fermandarê me bû. Şoreşgerek bû, jiyana xwe bi şoreşê xemilandibû, di her kêliyê de û li her cihî hevrêtiya wî dihate dîtin. Xwedî hêvî û îdîayan bû, bawerî û nirxên xwe hebûn... Ji pêşeng û damezrînerên qutbûna komunaran bû."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Sedemeke Ûlaş hebû ku ji bendên Gezî berê xwe da çeperên Kobanê. Ew jî Şoreş bû."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî faşîzmê divê şerekî hevgirtî bê meşandin û ji bo vê jî bang hate kirin ku li dijî faşîzmê ji bo şreoa yekbûyî têkoşîn bê mezinkirin.