HDP: Kujerên Pirsûsê têne parastin
HDP'ê diyar kir ku kiryar û kujerên Komkujiya Pirsûsê têne parastin û got, "Di nava têkoşîna xwe de em ê xwedî li bîranîna 33 rêwiyan derkevin."
HDP'ê diyar kir ku kiryar û kujerên Komkujiya Pirsûsê têne parastin û got, "Di nava têkoşîna xwe de em ê xwedî li bîranîna 33 rêwiyan derkevin."
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkçûna DAÎŞ'ê li pêşberî berxwedana bi heybet a Kobanê, ne tenê DAÎŞ her wiha hêzên tarî yên li pişt jî têk bir. Ev hêzên ku hesabên wan pûç bûn, dest bi êrişa topyekûn li ser afirînerên nirxên li Kobanê kir."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi hesta tolhildanê li dijî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên çûn Riha-Pirsûsê komkujiyek hate kirin. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amara di encama êrişa bombeyî ya xwekujiyê de 33 ciwanên sosyalîst, 33 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 ciwan jî birîndar bûn. DAÎŞ'ê piştî vê êrişê li Amed, Enqere û Stenbolê jî komkujî kir.
Ev êriş li dijî afirînerên nirxên Kobanê, li dijî hêzên pêşverû, demokrat û sosyalîst ên li Tirkiyeyê bû. Ev êriş ne ya destpêkê bû ne jî ya dawî. Ev êriş li dijî partiya me û pêkhateyên me hatin kirin. Tevî ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, hîn kiryar û têkiliyên wan nehatine eşkerekirin û ceza li wan nehatiye birîn. Kiryar û berpirsyarên siyasî yên komkujiyên bi Pirsûsê re dest pê kir, hesab nedane û qala tiştên ku zane nekirine. Rayedarên cemaweriyê yên ku ji pêşîgirtina li êrişê berpirsyar bûn, tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye hîn nehatine cezakirin."
HDP'ê diyar kir ku divê tavilê dest ji polîtîkaya bêcezahiştinê bê berdan û bersiv ji bendewariya edaletê ya Malbatên Pirsûsê û civakê re bê dayin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo darizandina berpirsyarên siyasî û kiryarên rasteqîn ên komkujiyê ew têkoşîna xwe dewam dikin û wê her tim bi Malbatên Pirsûsê re bin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna 33 rêwiyan derkevin."