Li 3 bajaran êrîş birin ser bîranînên Pirsûsê

Rêxistinên Ciwanan xwestin li Enqere, Îzmîr û Stenbolê ji bo bîranîna Komkujiya Pirsûsê meş û bîranîn lidar bixin. Polîsan êrîş bire ser çalakiyan û gelek ciwan bi êşkenceyê destgîr kirin.

Li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê, Rêxistinên Ciwanan, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, sazî û dezgehên civakî, bi boneya 6'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê ya di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ji aliyê DAîŞ'ê ve li Navenda Çand a Amara ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê pêk hat, xwestin 33 ciwanên tê de jiyana xwe ji dest da bûn bibîr bînin. Lê polîsan li her 3 bajaran jî bi awayekî hişk mudaxileyî beşdarvanên bîranînê kirin. Polîsan di dema mudaxileyê de, gelek kes bi lêdanê destgîr kirin.

Navê ciwanên li Enqerê hatin destgîrkirin wiha ne: "Şamil Parlak, Doguş Ozdemir, Seçil Işik, Deniz Baran Erbudak, Ozenç İslamoglu, Yücel Yavuz, Birkan Polat, Devrim Taylan Eryilmaz, Mert Karatag, Sefa Bayraktar, Said Boztaş, Emir Parlak, Erturk Soysal, Zeynep Ulger, Guney Akgun, Deniz Barış Kuş û Emrecan Konyali.”

Li Îzmîrê jî, gelek kes hatin destgîrkirin, lê navê wan nehat hînbûn.

Di heman demê de  li Stenbolê jî, gelek ciwan bi lêdan û derban hatin destgîrkirin.