TGC'ê tundiya polîsan şermezar kir

Desteya Rêveber a Civata Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGC) nerazîbûn nîşanî tundiya polîsan da ku li Kadikoy a Stenbolê roja Sêşemê êriş biribûn ser bîranîna qurbaniyên komkujiya Pirsûsê.

Polîsên Tirk êriş biribûn ser bîranîna li Kadikoyê û rojnamevan jî di nav de gelek kes birîndar kiribûn.

Desteya Rêveber a TGC'ê diyar kir ku polîsan êriş birine ser rojnamevanan ên bîranîn dişopandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji Ajansa Wêneyan a Çapemeniyê ya Ewropayê Erdem Şahîn, ji Dokûz Sekîz Fatoş Dogan, ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) Bulent Kiliç, ji Rojnameya Cûmhûriyetê Kubra Koklu, nûçegihanên serbest Yasîn Akgul, Emre Orman, Ozan Acidere û Zeynep Kûray bi mertal û fîşekên plastîk ên polîsan birîndar bûn.

TGC'ê ragihand ku rojnamevanî ne sûc e û diyar kir ku erka polîsan ne astengkirina rojnamevanan e, lê parastina wan e.

Di daxuyaniyê de tundiya polîsan hate şermezarkirin û hate xwestin ku berpirsyar tavilê bêne cezakirin.