ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 474'an de ye. Nobedarên vê hefteyê jî koma ji bajarê Bremenê yê Elmanyayê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku biryarên hikumetên Belçîka û Hollandayê yên ji bo naskirina qirkirina li Şengalê erênî ne, lê têrê nakin. Karayilan got, dewletên ku tevlî qirkirina Êzidiyan bûne divê werin darizandin.

Encamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan bal kişand ser bandora Şoreşa Rojava ya li gelan û destnîşan kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku niha êrişî şoreşê dike, tenê bi berxwedanê dikare bê têkbirin.

Birîndarê Komkujiya Pirsûsê Kenan Yildizerler ku 6 sal in li benda edaletê ye, wiha axivî: "106 sal jî derbas bibin em ê ji bo Pirsûsê, ji bo her kesî daxwaza edaletê bikin."

Bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li Qamişloyê pîrozbahiyeke bi heybet hate lidarxistin. Çend wêne ji vê pîrozbahiyê...

Dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê de yên li ser Başûrê Kurdistanê, tê dîtin ku polîtîka û taktîkên mîna yên PDK'ê bi kar tîne.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê Cejna Qurbanê pîroz kir û got, "Li dijî dewleta Tirk a zalim, dagirker û qirker, divê em hîn bêhtir xwedî li yekîtiya xwe ya neteweyî derkevin."

Hevşaredar û Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a wargeha Mexmûrê bi bîr xistin ku dorpêça li ser wan 2 sal li pey xwe hiştiye û gotin, ew ji PDK'ê tiştekî hêvî nakin, gelê wargehê bi derfetên xwe karî armanca ji vê dorpêçiyê pûç bike.