ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê. -
Sancar: Berpirsê qetlîama li Konyayê desthilata AKP/MHP ye-NÛ BÛ
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ku li Konyayê qetlîameke hovane hetiye kirin û got: “Zimanê kîn û nefretê yê desthilatê, berpirsyarê yekem ê vê qetlîamê ye.” -
Parêzer Karabûlût: Sedem qetlîamê polîtîkaya bêcezatiyê ye
Parêzerê malbata Kurd a li Konyayê hate qetilkirin Abdurrahman Karabûlût, diyar kir ku sedemê qetlîamê polîtîkaya bêcezatiyê ye. -
HDP li ser qetlîama Konyayê bi lezgînî civiya
Piştî hedefnîşandana AKP-MHP’ê û êrîşbirina ser malbata Kurd a li Konyayê û şûnde, HDP ‘lezgîn’ civiya. -
Li Konyayê êrîşî Kurdan kirin: Ji heman malbatê 7 kes qetil kirin
Malbata Kurd a berî niha li Konyayê êrîşa nîjatperestî li ser hatibû kirin, cara duyemîn êrîş wan kirin. Ji heman malbatê 3 jê jin, 7 kes hatin qetilkirin. -
Li Îzmîrê koçberê karker jiyana xwe ji dest da
Li Torbali ya Îzmîrê koçberê Tirkmen ê bi navê Zhamshît Haytakov ê banê Fabrîqeya Elementên Avahiya Teknîkî ya Dest jê dikir, jiyana xwe ji dest da. -
Gunay: Li dijî êrîşên nîjatperest helwestekî hevpar divê
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, destnîşan kir ku li dijî êrîşên nîjatperest ên rêxistinbûyîna desthilata AKP-MHP’ê banga girtina helwestekî hevpar da. -
Jinên Tîrêjên Rojê sê fabrîka şewitandin
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand li Konya, Edirne Mêrsîn û Stenbolê ji bo bersiva êrîşa li ser gelê Kurd u şehîdgehên Kurd sê fabrîka şewitandine. -
Li Marmarîsê êriş birin ser avahiya HDP'ê
Li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê, bi şev êriş birin ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan. Beriya du hefteyan jî êriş lê hatibû kirin. -
ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê. -
HDP'ê serdana xelkê Samandagê kir
Heyeta HDP'ê serdana şêniyên Samandagê kir. Heyetê û xelkê herêmê diyar kirin ku çavkaniya pirsgirêkan desthilatdariya AKP-MHP ye û ji bo têkoşînê biryardariya xwe nîşan dan. -
DYE'yê derheqê çeteyên Erdogan biryara pêkirinê da
DYE'yê derheqê koma çete Ahrara El Şarkiye ku girêdayî şefê dîktatoriya Tirk Erdogan e biryara pêkirinê da. Koma çete Ahrar El Şarkiye sala 2019'an siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef şehîd kiribû. -
'Divê bê pirsîn, bê çima mirov xwe birçî dihêlin'
Endama TUHAY-DER a Herêma Marmarayê Yuksel Gozde bal kişand ser xemsariya raya giştî ya li pêşberî greva birçîbûnê û got, "Mirov çima bedena xwe didin ber birçîbûnê? Bersiva vê pirsê bersiva li pratîka dewletê ye." -
Rêxistinên Civakî ji bo Abdullah Ocalan serî li Konseya Ewropayê dan
Gelek rêxistinên mafên mirovan, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. -
Endamên kongreya DYE'yê xwestin, êdî teknolojiya droneyan ji Tirkiyeyê re neyê firotin
Du endamên Meclîsa Nûneran a DYE'yê David Cicilline û Gus Bilirakis ji Wezîrê Karên Derve Anthony Blinken xwestin ku firotina teknolojiya droneyan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne. -
ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Olûç: Gel xwedî li vîna xwe ya siyasî û pêşeroja xwe derdikeve
HDP’yî ku ev du rojin li Bûrsayê bi gel re dicivin rastî eleqeyek mezin hatin. Di hevdîtinan de Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç got: “Ji Trakya heya Kurdistanê gel xwedî li vîna xwe ya siyasî û pêşeroja xwe derdikeve.” -
Bakirhan: Wê li pêşberî dîrokê hesab bidin
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan diyarkir ku ewê polîtîkayên cihêkar ên desthilat ya li hemberî partiyan ji bîr nekin û da zanîn ku yên van pêkanînan dike wê li hemberî dîrokê hesab bide. -
Li Enqerê êrîşa nijadperestî li malbatek Kurd hat kirin
Li navçeya Elmadagê li hemberî malbateke Kurd êrîşeke nîjadpeest pêk hat. Jina bi navê Z.D û 5 zarokên wê ji taxê hatin derxistin. -
Êşkenceya li girtiyên li Marmarayê zêdetir dibin
ÎHD’ê ragihand ku rêjeya êşkence û binpêkirina mafan ên li gitîgehên li Marmarayê eşkere kir. -
Li girtîgehên Anatoliya Navîn êşkence û desteserkirina mafan
Li gorî rapora 3 mehan ya ÎHD'êya têkilî girtîgehên Anatoliya Navîn êşkence li girtiyan tê kirin. Mafê wan tê desteserkirin. -
Kurdên li Rûsyayê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Li bajarê Stavropol ê Rûsyayê, êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û ji bo yekîtî û têkoşînê bang li gelê Kurd hate kirin. -
Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê li sê bajaran çalakî kir
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û piştgiriya bi grevên birçîbûnê li Stenbol, Kocaelî û Tekîrdagê çalakî kirine. -
'Heke li gorî yasayan biçin grevên birçîbûnê nabe çalakiyeke pêhewce'
Nuray Çevîrmen a ÎHD'yî got ji bo ku grevên birçîbûnê demildest bidawî bibin divê rayedar tevbigerin û got heke li gorî yasayan biçin greva birçîbûnê "wê nebe çalakiyeke pêhewce." -
Li Sîlîvriyê mirin li girtiyan tê ferzkirin
Li Girtîgeha Hejmara 5'an a Sîlîvriyê ku êşkence gelekî lê giran bûye, dayika girtî Kadîr Kaya Songul Taştan bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û anî ziman ku kurê wê jê re gotiye, "Êdî nema dikarim bêhnê bistînim."