ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Ji ber lêhiya li Karadenizê 31 kes mirin
Ji ber lêhiya li Navîn û Rojavayê Karadenizê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişte 31’ê. -
Li girtîgehên Çûkûrovayê zilm tê kirin
ÎHD’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Çûkûrovayê’ eşkere kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku êşkence li girtiyan tê kirin. -
Hevseroka HDP’ê ya Mûşê hate girtin, li Mêrdînê jî HDP’iyek hate destgîrkirin
Hevseroka HDP’ê Belma Nergîz a 11’ê Tebaxê li Mêrdînê di serdegirtinên malan de hatibû destgîrkirin, hate girtin. Li Mêrdînê jî endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çekdar Ermîş jî hate destgîrkirin. -
Ji bo ku Duşemê biçin Imraliyê serlêdan kirin
Malbat, parêzer û wasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Duşemê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. -
Hunermendê girtî li dijî tecrîdê kete greva birçîbûnê
Hunermend Îlyas Arzû li dijî tecrîda li Îmraliyê kete greva birçîbûnê. -
Li Tirkiyeyê karesata lehiyê: 27 kes mirin
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku li Kastamonû û Sînopê ji ber lehiyê 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Edeneyê operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin
Li Edeneyê di operasyona qirkirina siyasî ya polîsên Tirk de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Malbata Baş: Kurê me ji ber xemsariyê mir
Bavê Adar Baş ku piştî rakirin servîsa lezgîn biryara berdana wî hate dayin, anî ziman ku kurê wî ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest daye. Bav Baş got, "Dema ew rakirin servîsa lezgîn, destên wî kelepçekirî bûn." -
ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Bavê gerîlaya PKK’ê Bêrîtan jiyana xwe ji dest da
Mûstafa Necatî Karataş ê ku bavê gerîlaya PKK’e Gulnaz Karataşê ye (Bêrîtan) li Îzmîrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan. -
Gunay: Tecrîda li Îmraliyê û şer, welêt dirizîne!
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê û polîtîkaya şer welat rizandiye. -
9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Karakaş hate birîn
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş bi 9 sal û 9 mehan cezayê girtîgehê hate birîn. -
HDK: Êrişa li Enqereyê tenê bi kêrî faşîzmê tê
HDK'ê têkildarî êrişa nijadperestiyê ya li Enqereyê daxuyaniyek da û got, "Ev hewldanên nijadperestiyê tenê bi kêrî faşîzmê tê." -
Turkdogan: Şandina cenaze bi rêya kargo, sûc e
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan anî ziman, şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsûm Aslan bi rêya kargoyê, sûcekî nefretê ye û destnîşan kir ku malbata Aslan divê giliyê berpirsyaran bike. -
ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Lêhiyê li Kastamonûyê da: 5 kes mirin
Ji ber barana zêde li Kastamonûyê lêhî rabû. Ji ber lêhiyê ziyanek mezin gihişte bajar û bi kêmanî 5 kes mirin. -
Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê jina bi navê Ûlviye Avag ji aliyê Mehmet D. a berî niha ji hev cuda bûbû ve bi çekê hate qetilkirin. -
Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li dozgeriyê dan. -
ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Civînên HDP’ê li Trakyayê didomin
Civînên HDP’ê yên di çarçoveya ‘HDP’î ne li her derê ne’ de ku li Trakyayê 2 rojan dom bike, destpê kir. Di serdanê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya ji bo dawîbûna tecrîdê. -
OHD: Demildest divê greva biçîbûnê bibe rojeva esasî
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadyê (OHD) bal kişand ser berxwedana zindanan û destnîşan kir ku tavilê divê berxwedan biber rojeva esasî. -
Li rojhilatê Behra Reş lehî rabû
Li Ordû, Artvîn û Rîzeyê ji ber baranê lehî rabû û ax heziya. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.