Civînên HDP’ê li Trakyayê didomin

Civînên HDP’ê yên di çarçoveya ‘HDP’î ne li her derê ne’ de ku li Trakyayê 2 rojan dom bike, destpê kir. Di serdanê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya ji bo dawîbûna tecrîdê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de dest bi hevdîtinên xwe yên li Trakyayê kirin. Wê hevdîtinên li Trakyayê du rojan bidomin.

Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, endamên Desteya Rêvebir a Navendî Ferhat Encu, Salîm Kaplan û heyeta bi wan re ewilî çûn navçeya Çorlû ya Tekirdagê. Heyetê hevdîtin bi Nûnertiya Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger (Dev-Tekstîl Sen) a Çorlû û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) re kirin. Di dema serdana Sendîkaya Karkerên Tekstîlê de, li ser navê nûnertiyê Guneş Atalay heyetê pêşwazî kir.

Di serdanê de Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose destnîşan kir ku li welêt di warê aborî, tenduristî û siyasî de gelek pirsgirêk hene û sedema sereke ya van pirsgirêkan jî bloka AKP-MHP'ê ye. Kose, bilêv kir ku ev blog ji bo bekaya xwe, hewl dide ev pirsgirêk zêde bibin. Kose got: "Niha li welêt qirkirineke jinan û karkeran heye. Her wiha ekolojî jî tê qetilkirin. Herî dawî agir bi daristanan ket. Sedema sereke ew e ku ji xwe re qadên rantê çêbikin. Xaleke din a girîng jî bi van şewatan re hin derdor, bi taybetî li hemberî kurdan konsepteke êrîşan pêş dixin. Gotinên wan vê yekê nîşan dide. Lê belê em ê li hemberî van pirsgirêkan li kuçeyan bin. Em dixwazin em û hemû derdoran li cem hev bin û bi hev re li ber van prisgirêkan rabin. Sedema hatina me ya vir jî ev e."

Piştre Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Salîm Kaplan jî anî ziman ku ev kêliyên dawî yên îqtidarê ne û piştî rûxandina desthilatê îşaret bi avakirina pêşerokê kir. Kaplan destnîşan kir ku pêşeroj jî divê bi awayê Komara Demokratîk be.

Nûnera Sendîkaya Kakerên Tekstîlê yên Şoreşger Guneş Atalay jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna bi hev re. Atalay destnîşan kir ku li fabrîkeyan li dijî neheqî û bêhiqûqîtiyan têdikoşin û divê ev awayê rêxistinbûyînê xwe li kuçeyan jî bide der. Her wiha Atalay diyar kir ku li dijî van pirgsirêkan helwesta CHP'ê helwesteke bipirsgirêk e û bi vî awayî helwesta CHP'ê rexne kir.

Heyet paşê çû Sendîkaya Xizmeta Kedkarên Teduristî û Civakê (SES) a Şaxa Tekirdagê. Hevserokê SES'ê Arda Yildirim, Ceylan Temel û Nacî Dede heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Şaziye Kose li vir jî îşaret bi êrîşên li ser HDP û kurdan kir û bal kişand ser girîngiya piştevaniyê.

Piştre Salîm Kaplan jî destnîşan kir ku di avakirina wijdanê civakê de divê rol û rista her kesî hebe û di vê de rola SES'ê girîng e.

Kaplan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilat bi hemû derfetên xwe qadên azadiyê ji holê radike û got: "Ev desthilat dojeha vî welatî ye. Li ser navê edalet, azadî û demokrasiyê tenê HDP heye. Lewma hebûna HDP'ê wekî tunebûna xwe dihesibînin."

Kaplan di hevdîtinê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ku li dijî tecrîda û binpêkirinaên mafan ji 20'ê Mijdara 2020'î ve didomin. Kaplan bilêv kir ku ev grev di heman demê de ji bo demokrasiya welêt e jî û îşaret bi piştevaniyê kir.  

Heyeta HDP'î ji bo hevdîtina bi gel re çû Çorlûyê.