Bavê gerîlaya PKK’ê Bêrîtan jiyana xwe ji dest da

Mûstafa Necatî Karataş ê ku bavê gerîlaya PKK’e Gulnaz Karataşê ye (Bêrîtan) li Îzmîrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku Mûstafa Necatî Karataş ji ber ku nekarî hilmê bistîne û krîza dil hefteyek berê ew  rakirine nexweşxaneyê.

Karataş ê ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da wê cenazeyê wî bibin Cemxaneya Helvaci ya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal û piştre jî li Goristana Helvaci were veşartin.

Gulnaz Karataş di dema êrişa dagirker de ya ku artêşa Tirk a dagirker tevî hêzên hevkar li Başûre Kurdistanê kiribû, di 25’ê Cotmeha 1992’an de bûbû sembola berxwedana li Xakurkê. Karataş heta fîşeka xwe ya dawîn şer kiribû, teslîmiyet red kiribû û xwe ji zinarê avêtibû.