Lêhiyê li Kastamonûyê da: 5 kes mirin
Ji ber barana zêde li Kastamonûyê lêhî rabû. Ji ber lêhiyê ziyanek mezin gihişte bajar û bi kêmanî 5 kes mirin.
Ji ber barana zêde li Kastamonûyê lêhî rabû. Ji ber lêhiyê ziyanek mezin gihişte bajar û bi kêmanî 5 kes mirin.
Ji ber barana zêde ya ji sibehê ve dibare, li navçeyên Azdavay, Bozkûrt, Cîde, Şenpazar, Daday, Kure, Agli û Înebolû yên Kastamonûyê lêhî rabû. Li navçeya Azdavay a 5 hezar nifûsa wê heye, çem rabûn û av kete navenda navçeyê.
Ji ber teqîna bendava bendava Santrala Enerjî ya Hîdroelektirîk (HES) a li ser Çemê Ezîne ya navçeua Bozkûrtê av kete malan, kesek mir; pir hilweşiyan, têkiliya bi gelek gundan re qût bû. Av nîvê malên li navenda bajar tije kirin.
Serokê Şaredariya Bozkûrtê Mûammer Yanik ragihand ku ji ber lêhiyê li navçeyê bi kêmanî 5 kes mirin.
Av kete malên navçeya Şenpazarê jî û pir hilewşiyan, rê xirabûn wesayît li ber avê ketin. 15 kesên li cihê kar asê mabûn hatin rizgarkirin, ketin û deketina bajar hate girtin. Çem Zarbana ya li gundê Ozluce ya navçeya Înebûlûyê jî rabû, gund ma di bin avê de. Ziyanên mezin gihişte malan.