ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik Pêngava 15'ê Tebaxê nirxand ku Cejna Vejînê ya gelê Kurd e û got, "Fermandar Egîd bû dengê berxwedan û hişyarbûna gelê Kurd, bû şûrê tûj ê gelê Kurd."

‘Çîroka Dilê Min’ pirtûka ku ruhê me lê bêhna xwe dide. Ji aliyê Şiyar Dêrsim û Nûjiyan Mûnzûr hate nivîsandin û Weşanxaneya Meymanê çap kiriye. Şipûşîn, kipûkesk. Pirtûkeke ku sînga wê bi helbestan tijî ye. Bi qasî ku birînekê dipêçe û şahidiyê dike ku felsefeya me ya azadiyê di nav gerîla de dikeve pratîkê, bi kêlîk û bîranînan bûye pirtûkeke zindî ya bûye wesîleya Çavkaniya Jiyanê.

Her ku çalakiyên gerîla dewam dikin, lêgerîna dewleta Tirk a ji bo manîpulekirina raya giştî û derewan zêde dibe. Çalakî çiqasî mezin jî be, dewlet bi derewan hewl dide veşêre.

6 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê ji Brukselê xwest, ku biryara vegerandina koçberên Efgan bi cih bîne.

Li bakurê Cezayîrê ji ber şewatê 17 sivîl, 25 leşker jê leşker 42 kesî jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran gotin ku şewat bi zanebûn hatiye derxistin û ji ber germa zêde belav bûye.