HDK: Êrişa li Enqereyê tenê bi kêrî faşîzmê tê
HDK'ê têkildarî êrişa nijadperestiyê ya li Enqereyê daxuyaniyek da û got, "Ev hewldanên nijadperestiyê tenê bi kêrî faşîzmê tê."
HDK'ê têkildarî êrişa nijadperestiyê ya li Enqereyê daxuyaniyek da û got, "Ev hewldanên nijadperestiyê tenê bi kêrî faşîzmê tê."
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li ser êrişa nijadperestî ya li Altindag a Enqereyê li dijî koçberan hate kirin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Polîtîkayên durû yên li hemberî koçberan têne meşandin, encama polîtîkayên şerê dagirker ê desthilatdariyê ye. Em; alîgirên ked, demokrasî û aştiyê, hem ji dîroka cîhanê hem jî ji ya welatê xwe baş zanin ku desthilatdariyên ku girseyên gel bêkar, birçî û bêewlehî dihêlin, ji bo muxalefet û nerazîbûna li hemberî xwe bêdeng bike, mîna her carê 'yê ne ji xwe' afirandine. Ev 'yê ne ji xwe' ku di dema şewata daristanan de kirin Kurd, niha jî kirine koçberên Sûriyeyî."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hewldana pogrom ji desthilatdariyê cuda nîne. Her kesên ku hewl didin sûdê ji vê atmosfera dijminatiyê werbigirin, wê di bin vê rêveçûna metirsîdar de bimîne.
Em ê destûrê nedin ku Ewropa û desthilatdariya AKP-MHP'ê di ser gelên Rojhilata Navîn re hêzê bi dest bixin.
Em bang li rayedaran dikin ku tavilê tedbîran werbigirin, berpirsyaran eşkere bikin û dawî li vê rêveçûna metirsîdar bînin.
Em, polîtîkayên we yên emperyal ên durû ku gelan berdidin hev teşhîr dikin, di serî de xelkê Altindagê em bang li gelên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku xwe ji sorkirinên dijminane û nijadperestiyê vegirin.
Berpirsyarê rewşa me ne gelên ji birçîbûn û şer reviyane. Em zanin ku hewldanên bi vî rengî yên nijadperestiyê tenê faşîzmê xwedî dikin."