Turkdogan: Şandina cenaze bi rêya kargo, sûc e
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan anî ziman, şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsûm Aslan bi rêya kargoyê, sûcekî nefretê ye û destnîşan kir ku malbata Aslan divê giliyê berpirsyaran bike.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan anî ziman, şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsûm Aslan bi rêya kargoyê, sûcekî nefretê ye û destnîşan kir ku malbata Aslan divê giliyê berpirsyaran bike.
Piştî cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agît Îpek, cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsûm Aslan jî bi rêya kargoyê ji malbata wî re hatibû şandin. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Ozturk Turkdogan nreazîbûn nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev yek sûc e.
Turkdogan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku di xala 130'î ya Qanûna Ceza ya Tirk de "mafê hurmeta li bîranîna şexs" hatiye destnîşankirin û bêhurmetî weke sûc tê pênasekirin.
Turkdogan anî ziman ku di benda duyemîn a heman xalê de rewşên bi heman rengî weke sûc tê pênasekirin û got, "Hûn neçar in hurmetê nîşanî cenazeyekî bidin. Ji ber ku di hiqûqa me de dema ku yek dimire, doza wî jî dikeve; piştî ku mir, her tişt diqede. Û hiqûqa ku divê ji bo her kesî bê bicihanîn wekhev e. Mirovekî jiyana xwe ji dest dide, xizmên xwe hene, di nava civakê de cihekî xwe heye, hûn divê êdî sekna wî kesî ya siyasî, nasnameya etnîkî û polîtîk deynin aliyekî. Hûn neçar in hurmetê nîşanî bîranîna wî û derdora wî bidin. Ev yek di Qanûna Ceza ya Tirk de bi xalekê bi taybetî hatiye diyarkirin. Û di çarçoveya vê xalê de divê goristan bêne parastin, dest li cenaze neyê werdan û hurmet ji cenaze û xwediyên cenaze re bê nîşandan."
'TEHEMÛLA HER CIVAKÊ HEYE'
Turkdogan bi bîr xist ku tehemûla her civakekê heye, divê ev tehemûl neyê binpêkirin û got, "Hûn neçar in cenaze bi wesayita veguhastina cenaze ji malbatê re bişînin. Hûn nikarin bi kargo bişînin, ji ber ku ew ne eşyayeke. Eger hûn vê dikin, hingî hûn yekser cihêkariyê dikin, biçûk dixînin û ev nefret e."
Turkdogan diyar kir ku ev yek li gorî xala 130'î ya Qanûna Ceza ya Tirk di çarçoveya sûcê nefretê de jî dikare bê nirxandin û got, "Ev nêzîkatiyên îradeya cemaweriyê û wezîfedarên dewletê yên li Tirkiyeyê divê teqez ji aliyê Saziya Wekheviyê û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ve bê lêkolîn. Ji ber ku cihêkarî hatiye qedexekirin; wezîfeya mekanîzmaya giliyê li dijî qedexeya cihêkariyê jî ji Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê re hatiye dayin."
'DIVÊ GILÎ BÊ KIRIN Û HIKUMET BÊ HIŞYARKIRIN'
Turkdogan anî ziman ku nêzîkatiyên bi vî rengî wê encamên xerab bi xwe re bîne û got, "Hûn nikarin cenazeyên gelê Kurd bi vî rengî bi kargoyê bişînin. Hiş û bîra vî gelî heye, exlaq, nirxên olî yên vî gelî hene. Lewma mirovên vî gelî cihêkariya li wan tê kirin dibînin. Ev yek jî nefretê mezin dike. Divê hikumet destûrê nede tiştên bi vî rengî. Li hemberî wezîfedarên dewletê yên ku kiryarên bi vî rengî dikin divê lêpirsîn bê destpêkirin. Nêzîkatiyên bi vî rengî tiştekî bi kesî nade qezençkirin, zerarê dide mirovahiya me."
Turkdogan destnîşan kir ku divê êdî destûr ji vê yekê re neyê dayin û malbata xwedî cenaze serî li Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê bide û giliyê berpirsyaran bike. Her wiha divê parlamenter jî vê mijarê bixin rojeva meclîsê û ji bo careke din tiştên bi vî rengî rû nedin hikumet bê hişyarkirin.