Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serlêdana nû ji aliyê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ve hate kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an û vir ve dîlgirtî ye, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Axaftina herî dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate kirin, telefona 25'ê Adarê ya bi birayê wî re bû. Ev axaftin jî di nîvî de hatibû birîn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbû parêzerên xwe bibîne. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên ji bo hevdîtinê bê bersiv têne hiştin.