Ji ber lêhiya li Karadenizê 31 kes mirin

Ji ber lêhiya li Navîn û Rojavayê Karadenizê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişte 31’ê.

Li Kastamonû û Sînop ên xebatên rizgariyê yên piştî lehiyê destpêkiribûn dewam dike, hejmara kesên mirine derket 31’ê.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Afat û Rêveberiya Rewşa Lezgîn (AFAD) li Kastanomûyê 29 û li Sînopê jî 2 kes mirine. Xebatên rizgariya kesekê li Bartînê jî dewam dike.

Hate ragihandin ku xebatên rizgariyê ya li gundê Ûlûs Akorensokuler a Bartîn û dîsa navçeya Ayancik a Sînop û navçeya Bozkurt a Kastamonûyê dewam dikin.

Li Rîzeyê jî ji ber baranê lêhî rabû. Ji ber rabûna ava Çemê Agaran a li navçeya Çayelîyê rêya dikeve jêra wê hate girtin. Dîsa ji ber rabûna ava hinek çemên li ser rêya bajarokê Buyukkoy a navçeyê li hinek cihan lêhî rabûn. Di encama lêhiyê de rêya çûna 4 gundan hatiye girtin.

Xebatên ji bo vekirina rê didome, barana dijwar jî dibare.