Li girtîgehên Çûkûrovayê zilm tê kirin

ÎHD’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Çûkûrovayê’ eşkere kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku êşkence li girtiyan tê kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê, li avahiya xwe Rapora Binpêkirinên Mafan ên Girtîgehên Çûkûrovayê ku amade kiribû eşkera kir.

Gelek nûnerên saziyan tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê Yakûp Ataş, raporê ji raya giştî re eşkera kir û da zanîn ku rapora xwe bi hevdîtinên ku li girtîgehan kirine û serlêdanên ku ji bo wan hatine kirin amade kirine.

Ataş, bi lêv kir ku pêkanînên tecrîdê li girtîgehan rûtîn bûne û got ku binpêkirinên mafan ên mîna êşkence, astengkirina mafê têkilî danînê, lêgerîna tazî, tenduristî û tedawiyê pêk tên.