Gunay: Tecrîda li Îmraliyê û şer, welêt dirizîne!

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê û polîtîkaya şer welat rizandiye.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li avahiya navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist.

Gunay bal kişand ser şewata li daristanên Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Di navbera salên 2011-2020'î de 26 hezar û 311 caran agir bi daristanan ket, 90 hezar û 956 hektar şewitî. Ji 29'ê Tîrmehê ve jî tenê li Mûglayê 70 hezar, li Manavgatê 60 hezar hektar qada daristanî şewitî. Li Çewlik, Cizîr, Dersimê û gelek bajarên Kurdan ji ber operasyonên leşkerî şewat derketin û nehatin vemirandin. Di encama vê şewatê de ku qet nehate dîtin, nehate xwestin ku bê dîtin bi hezaran hektar şewitî û hîn jî dişewite."

ÊRIŞÊN NIJADPERESTIYÊ

Ebrû Gunay anî ziman ku li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin ku talan û wêraniya xwezayê ji bo sorkirina nijadperestiyê bê bikaranîn û got, "Berevajî vê yekê, karesatên wiha dibe ku hestên piştevaniyê di navbera gelan de bên xurtkirin û pira mirovî bê mezinkirin. Lê belê mîna guhertina avhewayê ya global ev guhertina atmosfera siyasî ji aliYê desthilatdariyê ve ji bo sorkirina nijadperestiyê û çandina tovên dijminatiyê tê bikaranîn. Kurd ji aliyê trolên AKPMHP'ê ve bi destê Serokatiya Ragihandinê ve weke berpirsyarê şewata daristanan hatin nîşandan. Di encama vê de jî lînç, birîna rê û kontrola nasnameyan dest pê kir. Desthilatdariyê û Wezareta Karên Hundir jî çavên xwe li vê yekê digire, ji ber ku ev yek bi dilê wan e."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku sedemên ve rizandinê û aloziya li welêt hene û got, "Tirkiye ji ber xwe ve nekete vê rewşê. Mixabin di vê rêveçûnê de para polîtîkayên şer, neçareserî û tecrîd heye. Kiryarên li derveyî mirovahiyê û kêfî yên li ser Birêz Abdullah Ocalan ku cihê xwe di nava pîvanên hiqûqa gerdûnî de nîne, li Îmraliyê weke polîtîkayeke taybet tê meşandin û tecrîdeke giran tê ferzkirin.

Dema ku Ocalan diaxive, nêrînên wî bi raya giştî re têne parvekirin, em mîna îro li ser felaketan, li ser nijadperestiyê neaxivin, em li ser aştiya civakî û paşerojê diaxivin. 5 sal in tecrîdeke giran heye û mixabin îro li Tirkiyeyê ev hilweşîn heye. Êşkenceya li Îmraliyê bûye navê rejîma rêveberiyeke totalîter. Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo tecrîd bê rakirin di greva birçîbûnê de ne. Dema dawî bi zêdebûna êrişên nijadperestiyê re li girtîgehan jî êrişên bi rêk û pêk tên kirin, mafên mirovan li gelek girtîgehan têne binpêkirin."

Ebrû Gunay anî ziman ku Saziya Tipa Edlî girtiyên bi nexweşiya giran ên 70, 80 salî mehkûmî mirinê dike, lê li aliyê din jî bi raporên sexte parêzvaniyê ji mafya re dike.

BANGA JI BO MÎTÎNGA LI ÊLIHÊ

Ebrû Gunay her wiha bi bîr xist ku dawiya hefteyê Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan li Êlihê bi gel re dicive û ji bo vê mîtînga 14'ê Tebaxê ya li Parka Newrozê banga tevlîbûnê kir.

Ebrû Gunay vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê weke gaveke girîng pênase kir û careke din bang kir ku statuya Rêveberiya Xweser bê naskirin.

Di dawiya axaftina xwe de Gunay ji ber wefata endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê a Îranê (KDP-Î) Mûsa Babaxanî sersaxî ji malbata wî û siyaseta Kurd re xwest.