Li rojhilatê Behra Reş lehî rabû
Li Ordû, Artvîn û Rîzeyê ji ber baranê lehî rabû û ax heziya.
Li Ordû, Artvîn û Rîzeyê ji ber baranê lehî rabû û ax heziya.
Duh nîvro ji ber barana zêde li Ordû, Artvîn û Rîzeyê lehî rabû. Li taxên Sebzecîler û Yenîkoyê ya Yûsûfeliya Artvînê ji ber ku ax heziya rêya Artvîn-Erziromê hate girtin. Piştî xebateke dûdirêj rê hate vekirin.
Li Rîzeyê jî çemê li Geliyê Salarhayê rabû û gihişt ber rê. Li bajaroka Mûradiye ya bi ser navendê jî ax heziya.
Li navçeyên Korgan, Kabaduz, Çamaş û Perşembeyê ya Ordûyê jî ji ber baranê lehî rabû, li ser rêyên Ramazan, Alçakbel û Mersinê jî ax heziya.
Li Unyeyê jî ber barana zêde dîwarê bendê ya li pêşiya avahiyeke ku 36 daîre tê de bûn derizî û avahî hate valakirin.