9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Karakaş hate birîn

Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş bi 9 sal û 9 mehan cezayê girtîgehê hate birîn.

Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ku 6'ê Mijdara 2020'î li Edeneyê hate girtin, ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê doz lê hate vekirin. Rûniştina biryardanê ya dozê pêk hat.

Rûniştina dozê li 11'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Edeneyê pêk hat û Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dîl tê girtin, bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî bû. Parêzerê Karakaş Tûgay Bek jî tevlî rûniştinê bû.

Dozger xwest ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ceza li Karakaş bê birîn.

Heyeta dadgehê jî beyana şahid, girtîmayian telefonê û afîşa nûçeyan weke delîlê sûcdariya "endametiya rêxistinê" pênase kir û 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Karakaş birî.