ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Felek û Fatma Tatli, ku ji bo li aqûbeta birayê xwe gerîlayê HPG'ê Ayhan Tatli bipirsin çûn Hewlêrê, gefa girtinê ji Parastinê xwarin. Felek û Fatma Tatli gotin, "Heta ku em agahiyê ji birayê xwe û hevalên wî werbigirin, em ê lê bigerin."

Koordînasyona KJK'ê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, bawerî û jin; wê jiyana wekhev, bi edalet û azad, xwerêveberî û xweparastinê teqez biafirînin. Ruhê berxwedan û azadiyê yê 14'ê Tebaxê wê teqez bi ser bikeve."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, "15'ê Tebaxê ji bo me û gelê Kurd cejn e, cejna vejînê ye. Cejna hebûn û serketinê ye. Lewma yek ji nirxên me yên herî girîng e."

Seroka Desteya Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro ku meha derbasbûyî tevlî 2'emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn bû, diyar kirin ku jinên beşdarî konferansê bûn bal kişandin ser bandora Şoreşa Rojava û YPJ'ê ya li ser wan.

Gerîlayên HPG'ê Pêngava 15'ê Tebaxê nirxandin û destnîşan kirin ku îro jî li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê li ser xeta berxwedanê ya fermandarê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) têdikoşin.

Bavê Adar Baş ku piştî rakirin servîsa lezgîn biryara berdana wî hate dayin, anî ziman ku kurê wî ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest daye. Bav Baş got, "Dema ew rakirin servîsa lezgîn, destên wî kelepçekirî bûn."

Frontexê ragihand, hejmara koçberên di nava salekê de gihîştin Yekîtiya Ewropayê li gorî salek beriya niha bi du qatî zêde bûye.