Hunermendê girtî li dijî tecrîdê kete greva birçîbûnê
Hunermend Îlyas Arzû li dijî tecrîda li Îmraliyê kete greva birçîbûnê.
Hunermend Îlyas Arzû li dijî tecrîda li Îmraliyê kete greva birçîbûnê.
Hunermend Îlyas Arzû ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kurkçuklerê ya Edeneyê girtî ye, ragihand ku ew jî tevlî greva birçîbûnê bûye ku 260 roj in li girtîgehan pêk tê.
Hunermend Îlyas Arzû bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku ew beşdarî greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger bûye ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin.
Hunermend Îlyas Arzû diyar kir ku her hunermend û mirovên xwedî wijdan divê li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê bibin xwedî helwest û got, "Ez tevlî vê berxwedana li zindanan dibim û ji îro û pê ve beşdarî greva birçîbûnê bûme."