ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkilî salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê got, ‘’Ev sereberjê bûn, tinebûna netewî 15’ê Tebeaxê hate rawestandin. Guleyên pêşî yên hebûna bi azadî 15’ê Te baxê hate avêtin.’’
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata: Divê hemû ciwan, jinên Kurdistanê, lêgerînvanên azadiyê hemû baweriyên mîna Elewî, Êzidî her kes divê xwedî li berxwedan 15’ê Tebaxê derkevin. Yan jî wê karesata qirkirina Kurdistanê neyê sekinandin.
Mardîn: Pêngava 15’ê Tebaxê belavî Bakurê Kurdistanê bû. Êdî ciwanên Kurd berê xwe dan serê çiyayan û tevlî vê vêjînê bûn. Êdî gelê Kurd li kolanan, li her deverê rabûn serhildanê, li hemberî dijmin singê xwe dane tank û topan.
Wê li gelel welatên Ewropayê li ser banga ‘Defend Kurdistan’ li dijî dagirkeriya Tirk dakevin qadan û êrîşên dagirkeriyê bi çalakiyan protesto bikin.
Çalakiyên Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan wê bê şopandin.
Ji endamên DEV-LÎS Devrîm Ûlûş diyarkir ku sîstema perwerdeyiya Tirk xizmeta desthilata AKP-MHP’ê dike û bi rêya perwerdê dixwazin ciwanên şoven, zayendperest û asîmîlebûyî biafirîne.
Li parêzgeha Tûrpan-Hanî ya herêma Sîncar a Çînê 2 cûreyên dînazoran ên nû hatin keşifkirin.