ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Andok Çekdar got, "15'ê Tebaxê biryara jiyanê ya ciwanên Kurdistanê ya li dijî faşîzmê ye. Ciwanên Kurdistanê divê tevlî nava refên gerîla bibin û faşîzmê têk bibin."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok destnîşan kir, ji ber ku Pêngava 15'ê Tebaxê li dijî rejîma dewleta Tirk a qirker mêtinger hate kirin, gelê Başûrê Kurdistanê bi kelecaneke mezin xwedî lê derket û got, "Bêguman bandoreke cuda li hêzên siyasî yên Başûr kir. Ya rast, hêzên siyasî yên li derveyî PDK'ê, ji pêngaveke bi vî rengî ya ku hevsengiya hêzê çêkir, bi kêfxweşî pêşwazî kirin."
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan anî ziman, şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsûm Aslan bi rêya kargoyê, sûcekî nefretê ye û destnîşan kir ku malbata Aslan divê giliyê berpirsyaran bike.
Gerîlayê HPG'ê Êriş Serhed têkildarî şerê navbera dewleta Tirk û gerîla axivî û anî ziman ku herêm di kontrola gerîla de ye. Êriş Serhed got, "Gerîla xwedî wê tecrûbeyê ye ku li her cihî şer bike û dijmin têk bibe."
Girtiyên li Girtîgeha bi Hejmara 1'ê ya Xarpêtê bi hinceta "şewata daristanan" dibin hedefa êşkence û lêdanê.