ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Eyn Îsa sivîlek hate revandin
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa sivîlek revand û bire baregeha leşkerî ya li navçeya Silokê. -
Berxwedana malbata Şenyaşar didome: Wê hesab bidin!
Malbata Şenyaşar got, “Dema roja wê hat kesên komkujî pêk anîn û rayedarên ku tiştek nekirin, wê hesabê bidin.” -
Artêşa Tirk li Metîna derbên giran dixwe, cerdevan çeka xwe davêjin
Dewleta Tirk a dagirker li Metîna derbên giran dixwe. 200 cerdevanên ku hate xwestin wan bişînin ser şer îstîfa kirin. -
ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
Li Kurdistanê û Tirkiyê rojevên ku derketine pêş. -
Li Enqerê kesek hat desgîrkirin
Li Enqerê ji 6 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin Fatma Bîlge hat girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. -
Baskê Êlihê ya KESK’ê gihîşte Eskîşehîrê
Baskê meşê yê KESK’ê ku ji Êlihê ket ser rê gihîşte bajarê Eskîşehîrê. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ji gotina desthilat a dibêje ‘em mezin dibin’ re got ku li welat 16 milyon kes di bin sînorê hejariyê de dijîn. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Malbat, parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Li bajarên Deryaya Reş a ji ber şapeyê 79 kes mirin
Li bajarên Deryaya Reş a Tirkiyê ji ber şapeya ku rabûyî 79 kes mirin. -
Beştaş: Çêkirina HES’ê ya li ser Çemê Zorava wê bibe felaket!
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got, “Çêkirina HES’ê ya li ser Çemê Zorava ya bajarê Sêrtê vê bibe sedemê felaketek nû.” -
Stenbolê herî kêm 15 kes hatin destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Stenbolê de rêveberên rêxistina bajar û navçeyê yê HDP’ê di nav de 15 kes hatin destgîrkirin. -
Ne hev nas kirin û ne hevdu dîtin, lê bûn yek nav û di oxira hev de jiyana xwe feda kirin
Şehîd Dilxwaz Bîngol ji Çewlikê çû Ewropa û ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê ji Ewropayê vegeriya çiyayên Kurdistanê û piştî têkoşîna 6 salan a li Rojhilatê Kurdistanê li herêma Şaho şehîd dibe. -
'Xemsarî û bêcezahiştin dibe sedem ku nijadperestî zêde bibe'
Endama Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nijadperestiyê ya ÎHD'ê Meral Çildir diyar kir ku bi qasî îdeolojiya fermî, xemsarî û bêcezahiştin dibe sedem ku nijadperestî li Tirkiyeyê zêde bibe. -
ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Li Til Rifetê bi hezaran kesan êrişa li ser Şengalê protesto kirin
Li Til Rifetê bi hezaran kes tevlî meşê bûn û êrişên qirker ên li ser Şengalê protesto kirin. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re serlêdan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku miwekilên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
KON-MED'ê ji bo Şengalê bang kir: Dakevin qadan
KON-MED'ê bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên qirker ên Tirk xwedî li Şengalê derkevin. -
HDK: Dewleta Tirk li Şengalê sûcê şer dike
HDK'ê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Êzidiyan sûcê şer dike û banga piştevaniyê li gelan hemûyan kir. -
ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Li Enqereyê 6 kes hatin destgîrkirin
Li Enqereyê, xebatkarên HDP'ê jî di nav de 6 kes hatin destgîrkirin. -
KNK: Divê dewleta Tirk ji ber sûcên li Şengalê dike bê darizandin
KNK'ê ragihand ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê dewama komkujiyên DAÎŞ'ê ye, sûcên li dijî mirovahiyê ne û destnîşan kir ku divê rayedarên dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî ji ber van sûcên li dijî mirovahiyê bên darizandin. -
Taşdemîr: Dengê Abdullah Ocalan hêviya gel e
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku sedema bingehîn a tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan astengkirina daxwaza çareseriyê ya pirsgirêka Kurd e û got, "Dengê Abdullah Ocalan hêviya gel e." -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li dozgeriyê hate dayin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Banga ji bo Şengalê: Berpirsyariya her kesî ye ku rê nede qirkirineke nû
Partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê rabûn û diyar kirin, ku dewleta Tirk hewl dide Êzidiyan qir bike, lewma berpirsyariya her kesî ye ku li ber qirkirineke nû rabe. -
ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
HDP: Êrişa li dijî Şengalê dûmahîka feraseta DAÎŞ’ê ye
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê şermezar kir û got “Desthilatdariya AKP’ê nirxên mirovayetiyê û peymanên navneteweyî bin pê kiriye. AKP wê hesabê van êrişan di warê siyasî û hiqûqî de bide.”