Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Meha Çileyê 'cezayekî nû yê dîsîplînê' li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate birîn. Dema vî cezayî 23'ê Adarê qediya, lê tevlî vê yekê jî bersiv ji serlêdanên parêzeran ên ji bo çûyîna Îmraliyê re nayê dayin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser nerazîbûna raya giştî di 25'ê Adarê de karîbû bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive. Ev hevdîtin jî di nîvî de hatibû birîn.