Jinên Tîrêjên Rojê sê fabrîka şewitandin

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand li Konya, Edirne Mêrsîn û Stenbolê ji bo bersiva êrîşa li ser gelê Kurd u şehîdgehên Kurd sê fabrîka şewitandine.

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand li çar bajaran ji bo bersiva êrîşa li ser Kurdan û şehîdgehan çalakî kirine.

Insîyatîvê ragihand 28'ê Tîrmehê li navçeya Bozikê ya Konyayê avahiyeke çar qatî ya nîjatperstên Tirk MHP'ê û li navçeya Merîçê ya Edîrneyê fabrîkayeke nîjatperestên Tirk AKP'iyan hatiye şewitandin û bihayê milyonan lîre ziyan dane.

Bi berdewamî hate diyarkirin 29'ê Tîrmehê li navçeya Gulnar a Mêsînê fabrîkayeke tekstîlê ya nîjatperestên Tirk AKP-MHP'ê û li navçeya Silîvrî ya Stenbolê fabrîkayeke kimyayê ya nîjatperestan hatiye şewitandin.