ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Oluç: HDP soza berxwedana birûmet e
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ê di serdana gel a li Bûrsa ya HDP’ê ya çarçoveya kampanya ‘HDP’î ne li her derê ne’ de axivî, diyar kir ku xebat bi coş tê kirin û got: “HDP soza berxwedanê ya birûmet e. Nayê girtin.” -
HDP li Edeneyê bi gel re civiya
Li Edeneyê Meral Daniş Beştaş di çarçoveya kampanya HDP’ê ya ‘HDP’î ne li her derê ne’ bi gel re civiya, diyar kir ku tecrîda li Îmralî biryarekî siyasî ye û got: “Em ê tecrîdê jî bişkînin, aştiyê jî bînin û wek HDP’ê jî hebûna xwe biparêzin.” -
Rojeva Azadiya Derbirîn û Çapemeniyê: Di 2 mehan de 109 nûçegihan hatin darizandin
Expressîon Interrupted rapora Gulan-Hezîranê ragihand. Li gorî raporê di nav 2 mehan de 109 nûçegihan hatin darizandin 9 sal û 8 meh ceza dane 4 nûçegihanan. -
Li Geverê dema wesayita leşkerî derbas bû, teqîn çêbû
Li navçeya Geverê ya Colemergê dema wesayita leşkerî derbas bû, teqîn çêbû. Gelek ekîbên tendiristiyê şandin cihê teqînê. -
Insîyatîva Zarokên Êgir 14 lotke û wesayitek şewitandin
Insîyatîva Zarokên Êgir ragihand li gelek bajaran 14 lotke û wesayita êrîşkarekî li Konyayê ya li ser Kurdan şewitandine. -
KON-MED'ê bang kir ku tevlî çalakiya dijî dagirkeriya Tirk bibin
KON-MED'ê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û bang kir ku her kes tevlî çalakiya li Berlînê ya 28'ê Tîrmehê bibe. -
Xwestin tazî li ser Kudak bigerin, ji ber ku qebûl nekir êşkence lê kirin
Bekîr Kudak ê girtî ku sirgûnî Kayseriyê kirin, ji ber ku qebûl nekir ku xwe tazî bike û wiha li ser wî bigerin êşkence lê hate kirin. -
ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Bûldan: Sîstemek demokratîk enceq bi çareseriya pirsa Kurd pêkan e
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, bal kişand ser tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bûne sedemê xitimandina rêyên çareseriya demokratîk. -
Li ser destgîrkirina Şenyaşar gilî hate kirin
Parêzerên Malbata Şenyaşar têkildarî bê hiqûqî destgîrkirina muwekîlên xwe, gilî kir. -
GOÇÎZDER: Desthilatdarî û medya ji êrişên nijadperest berpirsyar in
GOÇÎZDER'ê bal kişand ser êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan û penaberan û got, "Ev medya û desthilatdarî ji êrişan berpirsyar e." -
Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan. -
ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
HDK: Gava destpêkê ya ji bo têkoşîna hevpar
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku beriya niha bi 10 salan ava bû û 11 kongre li pey xwe hişt, pêşî li têkoşîna yekbûyî vekir û hîmên HDP'ê danî ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye sêyemîn partiya herî mezin. -
ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
‘Divê demildest girtiyên nexweşiya wan giran werin berdan’
Bal hate kişandin li ser giranbûna rewşa girtiyên nexweş Memdûh Kiliç, Ozal Korkmaz û Resûl Kocaturk û hat gotin, “Divê bê şert û merc girtiyên nexweş werin berdan.” -
Ji êrîşa nîjatperest a Hakim Dal hate qetilkirin, kesek hate girtin
Li Konyayê ji 40 kesên ku êrîşa nîjatperest pêk anîn û Hakîm Dal hateqetilkirin, tenê kesek hate girtin. -
ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Rojevên sereke ji Kurdistan û Cîhanê. -
Hiqûq, nijadperestiyê ji nedîtî ve tê
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman, dadger û dozger êrişên nijadperestiyê li gorî xala 122'an a TCK'ê nanirxînin, bi çavê bûyerên edlî lê dinihêrin û destnîşan kir, ku ev nêzîkatî êrişan sor dike. -
ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
ÎHD’ê çû serdana malbata êrîşa nîjatperestî lê hate kirin
ÎHD’ê li nexweşxaneya ku malbata Kurd a li navçeya Altindag a Enqerê êrîşeke nîjatperest lê hate kirin, kir. -
HDP’ê serdana malbata Poyraz kir
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Îzmîrê çû serdana malbata Poyraz. -
Mînîbusa karkerên demsalî qeza kir: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Konyayê, mînîbusek ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir; kesekî jiyana xwe ji dest da, 14 kes jî birîndar bûn. -
Li Rîzeyê lehî: Çem di ser re çû, rê hatin girtin
Li navçeya Findikli ya Rîzeyê, ji ber lehiyê çem di ser re çû, rê hatin girtin.