ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan anî ziman ku sedema êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan polîtîkayên heyî ne û got, "Divê li hemberî êrişan Kurd xwe birêxistin bikin û xwedî li hev derkevin."
Şêniyên Efrînê yên ku neçar mane koçî navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bikin, êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeyê şermezar kirin.
Li Wanê wextê tav li ser Gola Wanê xatir ji rojê dixwaze dîmenên sor û rengên cûda li pey xwe dihêle. Her wiha Kelha Wanê jî rengek cuda dide Gola Wanê. Kelh û Gola Wanê bi bedewiya xwe dilê gelê Wanê şad dike.
Li Ewropayê bandora baranê dewam dike. Li eyaleta Lûzernê ya Swîsreyê baranê bandoreke giran kir. Li paytexta Îngilistan Londonê jî gelek rêyên hesinî û pir di nava avê de man. Kolanên bajarê Dînantê yê Belçîkayê jî di nava heriyê de man.
Li girava Sardûnya ya Îtalyayê şewata li daristanê dewam dike. Heta niha qadeke ji 10 hezar hektarî şewitiye. Şewat ji ber bê belav dibe.