Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan.

Serlêdana ji bo hevdîtinê ji aliyê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ve hate kirin. Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin muwekîlê xwe bibînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an dema dîlgirtina bi komploya navneteweyî û vir ve li Girtîgeha bi Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê li gel birayê xwe axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn.

Rêberê Gelê Kurd piştî 8 salan cara pêşî 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an bi parêzerên xwe re hev dîtibû. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve hemû serlêdan bêbersiv hatin hiştin.