ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Rojevên sereke ji Kurdistan û Cîhanê.

Êrîşên dagirker ên Tirk û PDK'ê yên li ser qadên Metîna û geşedanên pê ve têkidlar wê werin şopandin.

-Ji Fermandarên bîryargeha navendî ya YJA Star’ê Batûfa Çekdar berxwedana 14’Tirmehê, hişmendiya qirker a Artêşa Tirk, şer û berxwedaniya li heremên Metina, Zap û Avaşînê ji ajansa me re nirxand.

-Kadrî Sancar ê li Kerboranê di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de hate girtin û wê demê 17 salî bû, cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Sancar ê 22 sal ceza lê hate birîn, tevahî darezînê tenê bi rêya onlîne derketiye pêşiya dadger.

-Dengbêj Yusufê Celalî, bi kilamên xwe kevneşopiya dengbêjiyê didomîne û vê çandê her tim zindî dihêle û derbasî nifşên nû dike.

-Li Lozanê ya Swîsreyê salvegera 98'an a Peymana Lozanê wê were şermezarkirin.

-Gerilaya YJA Starê Sara Cûdî berxwedana li Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk bi dansa xwe vedibêje.

-Xizmên windayan weke her carê wê li aqûbeta nebediyan birpirsin.