ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku beriya niha bi 10 salan ava bû û 11 kongre li pey xwe hişt, pêşî li têkoşîna yekbûyî vekir û hîmên HDP'ê danî ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye sêyemîn partiya herî mezin.

Jinên Kurd ji bo mexdûrên lehiyê yên li eyaletên NRW û Rheinland-Pfalzê dixebitin.

Piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Seraro yê Behdînanê, rewşa gund hate kişandin.

Qesra Îshaq Paşa ya ku di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e şahidî ji gelek dem û dewrên xweş û nexweş re kiriye. Qesra Îshaq Paşa, Tirba Ehmedê Xanî û Keleha Ûrartûyê bi îhtîşama xwe mirovan ber bi rêwitiyek kûr a dîrokê ve dibe. 

Ji ber ziwatiya li başûrê Madagaskarê nêzî nîv milyon mirov rojane bi rîska birçîbûnê re rû bi rû ne.