ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Ji fermandarên HPG'ê Sîpan Rojhilat diyar kir ku dewleta Tirk a nikare bi berxwedana gerîla, çeka kîmyewî bi kar tîne û got, "Artêşa Tirk tirsonek e, nikare li hemberî gerîla şer bike. Li holê artêş nîne."
Deriyê Sînor ê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ji sala 2013'an û vir ve bi pirsgirêk e. Li vî deriyê sînor niha jî bi tifaqa MÎT-PDK'ê hin pêkanîn ketine dewrê.
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman, dadger û dozger êrişên nijadperestiyê li gorî xala 122'an a TCK'ê nanirxînin, bi çavê bûyerên edlî lê dinihêrin û destnîşan kir, ku ev nêzîkatî êrişan sor dike.
Hevşaredara Sêrtê Helen Işik ku bi mehan e li male girtî ye, wiha axivî, "Zanin ku ji roja em hatine hilbijartin heta girtîhiştina li malê, me xizmet ji gelê xwe re kirine. Sedema êrişan jî ev e."
Fîlmê destpêkê ku sala 1896'an li Macaristanê hate kişandin, li paytext Bûdapeşteyê dikin dîjîtal.