ÎHD’ê çû serdana malbata êrîşa nîjatperestî lê hate kirin
ÎHD’ê li nexweşxaneya ku malbata Kurd a li navçeya Altindag a Enqerê êrîşeke nîjatperest lê hate kirin, kir.
ÎHD’ê li nexweşxaneya ku malbata Kurd a li navçeya Altindag a Enqerê êrîşeke nîjatperest lê hate kirin, kir.
Tedawiya malbata Kurd a 20'ê Tîrmehê li taxa Kavakli ya navçeya Altindagê ya Enqerê êrîşa nîjadperestî lê hatibû kirin didome. Ji birîndaran Tûncer Boztaş û Halîs Boztaş li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dişkapi Yildirim Beyazitê û Ferit Boztaş û Feyyaz Boztaş jî li Nexweşxaneya Enqerê tên ragirtin.
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen û Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Fatîn Kanat çûn her du nexweşxaneyan û serdana birîndarên malbata Boztaş kirin û ji wan re şîfayê xwestin.
ÎHD'iyan ji malbatê re ragihandin ku wê pêvajoya derbarê wan de bişopînin.