‘Divê demildest girtiyên nexweşiya wan giran werin berdan’

Bal hate kişandin li ser giranbûna rewşa girtiyên nexweş Memdûh Kiliç, Ozal Korkmaz û Resûl Kocaturk û hat gotin, “Divê bê şert û merc girtiyên nexweş werin berdan.”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê diyar kir ku rewşa Memdûh Kiliç ê ku bi amûra hilmij ve dijî, her roja ku diçe ber bi mirinê ve diçe û banga berdanê wî kir.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 486’emîn de çalakiya “Rûniştina F” lidarxist. Komîsyonê çalakî online lidarxist û vê hefteyê bal kişande ser rewşa girtiyê nexweş Memdûh Kiliç ê li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T tê ragirtin.

Endama Komîsyonê Meral Nergis Şahîn diyar kir ku 30 sal in Kiliç girtî ye û gelek nexweşî pê re peyda bûne, di danûstandina hilmê de zehmetiyan dikişîne û ji ber pirsgirêkên di mîdeyên wî de nikare xwarinê bixwe û baş nayê xwedîkirin. Şahîn destnîşan kir ku bi hêceta pandemiyê tedawiya Kiliç nayê kirin û tê astengkirin û ev rewş mafê tenduristiyê û tedawiyê yê Kiliç tê astengkirin. Şahîn anî ziman her roja ku diçe Kiliç ber bi mirinê ve diçe, ji ber ku bi amûra hilmijê dijî nexweşî lê vegeriyaye îşkenceyê û xwest Kiliç û girtiyên nexweş hemû demildest werin berdan.

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, çalakiya xwe ya bi şîara “Ji girtiyên nexweş re azadî” a vê heftê ji ber Cejna Qurbanê bi onlînê lidarxist. ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand li ser rewşa girtiyê nexweşê giran Ozal Korkmaz ê li Girtîgeha Tîpa E ya Muglayê dimîne.

Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya daxuyaniya derbarê Ozal Korkmaz de xwend û wiha got: “Di girtîgehên Tirkiyê de, 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ev hejmar, hejmarek pir zêde ye û ji ber vê rewşê her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Ligel ku di demên dawî de, rewşa girtiyên nexweş giran bûne jî, nayin berdan. Ev jî dibe sedem ku encamên trajîk di girtîgehan de rû bidin û bibe sedema mirina girtiyan.”

Karakaya îşare bi rewşa girtiyê nexweş Ozal Korkmaz kir û ragihand: “Ozal Korkmaz ji ber derba ji serê xwe xwariye, tevahiya milê wî yê çepê felç bûye. Korkmaz 31 salî ye û ev 2 salin girtiye. Nikare bi tena serê xwe bimîne. Ligel ku ATK’ê rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne daye Korkmaz jî, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi awayekê keyfî nayê berdan.”

Karakaya, destnîşan kir ku di warê hiqûqî de, divê cezayê Korkmaz ji ber nexweşiya wî bê taloqkirin û wiha bi dawî kir:  “Ji bo ku Korkmaz bê dermankirin, divê bê şert û merc serbest were berdan.”

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bi armanca ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 359’emîn de li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîna çapemeniyê lidarxist. Înîsiyatîfê behsa rewşa girtiyê nexweş Resûl Kocaturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkalê dimîne kir.

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat, derbarê rewşa tenduristiya Kocaturk de agahî da. Kanat diyar kir ku ji bo ku Kocaturk bê dermankirin, divê tavilê serbest bê berdan. 

 Kanat da zanîn ku mafê jiyanê pîroze û wiha pêde çû: “Nexweşiya astimê û sendroma Wernicke-Korsakof bi Kocaturk re hene. Di heman demê de nexweşiyên wî yên hipotiroid û kolona irritabl hene. Ji ber van nexweşiyên xwe hatiye dermankirin. Dîsa pirsgirêkên wî yên kezebê, mîde û pişikê hene.”

Kanat, da zanîn ku Kocaturk bi rîska panceşêrê re rû bi rû ye û ev bang ji bo Kocaturk kir: “Divê tavilê dermankirina Kocaturk bê lezkirin. Pêwîste ku nexweşiyên wî li ber çavan bên girtin û heya baş bibe, cezayê wî bê taloqkirin. Em dixwazin ku Kocaturk li gel malbata xwe, di şert û mercên bi tendurist de bê dermankirin.”