Li ser destgîrkirina Şenyaşar gilî hate kirin

Parêzerên Malbata Şenyaşar têkildarî bê hiqûqî destgîrkirina muwekîlên xwe, gilî kir.

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê ji hêla zêrevan û xizmên wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê wê Ferît nobeta xweq ya çalakiyê ev 140 roj in didomînin. Parêzerên malbatê têkildarî destgîrkirina muwekîlên wan a 14’ê Tîrmehê ku dema Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serdana Rihayê kiribû, girlî kir.

Di serlêdana girlî ya parêzeran a ji bo Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de, bal kişand bê ku biryareke nivîskî hebe destgîrkirin bê hiqûqî ye. Di daxwaznameyê de ev hate gotin: “Têkildarî muwekîlên min ku bê heq û hiqûq tevahî rojê hatina destgîrkirin, daxwaz dikin ku derbarê vê yekê karê hiqûqî bê kirin.”