Ji êrîşa nîjatperest a Hakim Dal hate qetilkirin, kesek hate girtin

Li Konyayê ji 40 kesên ku êrîşa nîjatperest pêk anîn û Hakîm Dal hateqetilkirin, tenê kesek hate girtin.

Li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ya Konyayê, di 21’ê Tîrmehê de, komek nîjadperest a ji 60 kesî pêk dihat êrîşî malbatek Kurd a ji Amedê kiribûn û endamê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî, qetil kiribûn. Ji koma nijadperest 40 kes hatibûn destgîrkirin.

Lêpirsîna 40 kesên destgîrkirî, bi dawî bibû û duh piştî îfade dan Miduriyeta Polîsan, sewqî edliyê hatibûn kirin. Dozger ji 40 kesan xwestibû 4 kes bên girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî bên berdan.

Ji gumanbarên sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Konyayê hatin kirin, tenê 1 jê hat girtin û yên din serbest hatin berdan. Ji bo 5 kesên serbest hatin berdan jî, şertê kontrola edlî hat danîn.

Barêzerê malbatê Abdurrahman Karabûlût, diyar kir ku ew ê derbarê kesên serbest hatin berdan de, îtîraz bikin.