GOÇÎZDER: Desthilatdarî û medya ji êrişên nijadperest berpirsyar in
GOÇÎZDER'ê bal kişand ser êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan û penaberan û got, "Ev medya û desthilatdarî ji êrişan berpirsyar e."
GOÇÎZDER'ê bal kişand ser êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan û penaberan û got, "Ev medya û desthilatdarî ji êrişan berpirsyar e."
Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER), derbarê êrişên nijadperest ên li dijî Kurdan û penaberan daxuyaniyeke nivîskî da. Komeleyê, di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser hejmara penaberên li Tirkiyeyê û da zanîn ku di demên dawî li bajarê Wanê ji ber hatina penaberên Efgan hejmara penaberan zêde bûye û li dijî penaberan êrişên nijadperestiyê dest pê kiriye. Komeleyê, destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina bûyeran bi qasî desthilatê berpirsyarî dikeve ser milê muxalefetê û weke rêxistinên sivîl çareserkirina pirsgirêka penaberan ji bo wan jî pêwîst e.
Komeleyê diyar kir ku bi êrişên li dijî penaberan re êrişên li dijî kurdan ên demekê ji bakurê Kurdistanê koçî bajarên Tirkiyeyê bûne jî zêde bûne û ev tişt got: "Bi qasî ku em dişopînin hin parlamenter û çapamenî vî zimanî bi pêş dixin û pêşî li êrişên nijadperest vedikin. Lê kesên ku vê dikin divê bizanibin ku ji mirinên sibê biqewimin ew ê berpirsyar bin. Em kes, sazî û çapameniya ku hedef nîşan dide şermezar dikin û careke din dubare dikin ku li cem HDK, ÎHD û baroyan e."