Hiqûq, nijadperestiyê ji nedîtî ve tê
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman, dadger û dozger êrişên nijadperestiyê li gorî xala 122'an a TCK'ê nanirxînin, bi çavê bûyerên edlî lê dinihêrin û destnîşan kir, ku ev nêzîkatî êrişan sor dike.
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman, dadger û dozger êrişên nijadperestiyê li gorî xala 122'an a TCK'ê nanirxînin, bi çavê bûyerên edlî lê dinihêrin û destnîşan kir, ku ev nêzîkatî êrişan sor dike.
Li Afyonê êrişa li ser 7 karkerên Kurd, li Enqereyê êrişa li ser malbateke Kurd ku 4 kes birîndar bûn û herî dawî li Konyayê êrişa komeke ji 60 kesî ku di encamê de Hakîm Dal ê ji malbateke Kurd hate qetilkirin.
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ji ANF'ê re aixvî û diyar kir ku êrişên têne kirin polîtîk e. Keskîn anî ziman, ku Komîsyona ÎHD'ê ya li dijî Nijadperestî û Cihêkariyê, êrişên nijadperestiyê hemûyan bi baldarî dişopîne. Eren Keskîn ragihand ku demên dawî êrişên li dijî Kurdan zêde bûne û got, "Em baş zanin ku tundî polîtîk e, çi tundiya li jinê be çi jî tundiya giştî. Zimanê dewletê yê tund, cihêkar û nijadperest van êrişan zêde dike. Nuqteyeke girîng ew e ku li vê cografyayê nijadperestên ku van êrişan dikin bêceza têne hiştin."
BANDORA AKP Û MHP'Ê YA LI CIVAKÊ
Keskîn têkildarî sedema bêcezahiştinê jî destnîşan kir ku dadger û dozger van êrişan li ser bingeha nijadperestiyê nanirxînin. Keskîn diyar kir ku ev nêzîkatiya dadger û dozger ku êrişan di asta bûyerên edlî de dinirxîne, dibe sedem ku hiqûq vê nijadperestiyê binixumîne. Keskîn anî ziman ku kuştina Denîz Poyraz û êrişên rojên dawî encama bandora zimanê êrişkar ê AKP-MHP'ê yê li ser civakê ye.
'DI ÇARÇOVEYA XALA 122'AN DE JÎ NANIRXÎNIN'
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ew dozên li ser mijarê bi israr dişopînin û got, "Em van dişopînin û xwe digihînin malbatan, lê belê mirovan ditirsînin. Hevalên me xwe gihandin mirovên li Konya, Afyon û Enqereyê êriş li wan hate kirin. Temamiya mirovên ku êriş li wan hate kirin gotin, 'Ji ber ku em Kurd in êrişî me dikin'. Mînak hevalekî me yê parêzer têkildarî êrişa dawî ya li Afyonê got, dozger êrişa nijadperestî ya li vê derê ji nedîtî ve tê.
Nuqteyeke din a ku Keskîn balê dikişîne ser ew e ku di Qanûna Ceza ya Tirk de sererastkirineke têrker li dijî nijadperestiyê nîne. Xala herî nêzî vê jî sûcê cihêkariyê yê li TCK 122 ye. Lê belê li gorî Keskîn, di van bûyeran de kes ji vê madeyê nayên lêpirsîn, yan jî doz di vê çarçoveyê de nayên vekirin.