Li Marmarîsê êriş birin ser avahiya HDP'ê
Li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê, bi şev êriş birin ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan. Beriya du hefteyan jî êriş lê hatibû kirin.
Li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê, bi şev êriş birin ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan. Beriya du hefteyan jî êriş lê hatibû kirin.
Li gorî agahiyan, êriş şeva Pêncşemê saet di 02:00 de pêk hat.
Êrişkar camên avahiya HDP'ê şikand û ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Êrişkar li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Marmarîsê tê hiştin.
Hevseroka Navçeya Marmarîsê Guven Goknar anî ziman ku polîsên li ber avahiyê bûn agahî dane wan û diyar kirine ku camên derve yên avahiyê hatine şikandin.
Goknar diyar kir ku wan gilî kirine û got, "Ji ber ku partiya me weke hedef tê nîşandan, êriş zêde dibin."
14'ê Tîrmehê jî li dijî avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê bi çekan êriş hatibû kirin. Di encamê de A.T.D. hatibû girtin. 4 kesên ku ji êrişkar re bûn alîkar jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.