ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Mijar û bûyerên têkildarî qetlîama Meram a Konyayê wê bên şopandin.
Heyetek ji HDP’ê û OHD’ê pêk tên wê binçin Konyayê, Baroya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Nerazîbûnên li dijî qetlîamê li Stenbolê didomin.
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarê qetlîamên nîjadperst ên li hemberî Kurdan axivî û got: “Ev êrîş û qetlîam hêza xwe bi temamî ji ziman û polîtîkayên nijadperest û cihêkar ên desthilata AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdan digre.”
Desthilata AKP-MHP’ê ku 19 sal in îdîa dike ku dixwaze Wanê 'bike navenda kişandina mirovan’, çareseriya wê di avakirina depoyekê ku 3 hezar SÎHA'yan li xwe bigire de dît.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê diyar kir tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji hêla Tirkiyê ve ji hêla hêzên navnetewî ve jî tê sazkarkirin.
Çalakiyên Xizmên Winda û Dayikên Şemiyê bê şopandin.