DKP/BOG: Ûlaş Adali jiyana xwe da şoreşê

DKP/BOG’ê diyar kir ku Ûlaş Adali jiyana xwe daye şoreşê û got “Ji bo şerekî şoreşgerî û avakirina jiyaneke azad em bang dikin.”

Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger/Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî (DKP/BOG) bi wesîleya salvegera şehadeta Ûlaş Adali (Gokhan Taşyakan) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Endamê Komîteya Navendî DKP/BOG û kadroyê avaker ê HBDH’ê Ûlaş Adali (Gokhan Taşyakan) çar sal berê şehîd bû. Çar sal in her roj partiya me û şervanên BOG’ê wî dide jiyîn û ji bo rizgariya çîna karkeran û rizgariya gelên bindest şer dike. 

Hevrê Ûlaş Adali wekî gerîlayekî şoreşger ê çîna karkeran, li qada şer şehîd bû. Wî hemû jiyana xwe dabû şoreş û pêdiviyên partiyê. Li hemberî eniyên mêtinger ên ‘dersînor’ a dewleta Tirk ku gelan bera ber hev dide, wekî şoreşgerekî çîna karkeran a Tirkiyeyê çû eniyên ku gelên bindest vekiribû. 

Partiya me careke din di şexsê Ûlaş Adali de hemû şoreşgerên nemir bi rêzdarî bi bîr tîne ûı bang li jin, ciwana û karkeran dike ku tevlîşerê şoreşgerî û jiyana azad a li hemberî faşîzm û kapîtalîzmê bibin.”