HDP'ê cejna qurbanê pîroz kir

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Cejna Qurbanê pîroz kirin û gotin, "Em hêvîdarin ku li çar aliyên cîhanê bibe wesîleya tenduristî, aştî, aramî, edalet û biratiyê."

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar daxuyaniyeke nivîskî weşandin û Cejna Qurbanê pîroz kirin.

Daxuyaniya HDP'ê wiha ye:

"Em Cejna Qurbanê ya 2021'ê di nav şert û mercên dijwar de, bi gelek neheqî, zilm, şer, dagirkerî, koçberî û bandorên giran ên pandemiyê pêşwazî dikin. Li aliyekî şatafat, talan, gendelî û zordestiya serdestan, li aliyê din xizanî, koçberî, berxwedan û daxwaza azadî û wekheviyê ya bindestan. Li şûna biratiyê dijminahî, li şûna aştiyê şer û li şûna wekheviyê jî neheqiyê li ser gelan ferz dikin.

Bi taybetî Cejna Qurbanê û bi giştî hemû cejnên mirovahiyê xwe dispêrin ruhê aştî, aramî û piştevaniyê. Lewma jî di dîroka şaristaniyê de pîroz û bimbarek in. Em ê Cejna Qurbanê ya 2021'ê jî bi wateya wê ya pîroz, bi ruhê wê yê civakî pîroz bikin. Em neheqiya ku li ser gelan tê ferzkirin, qebûl nakin. Em zilma ku li gelê me, li partiya me tê kirin, qebûl nakin.

Em dixwazin û dizanin ku bi têkoşîna me ya hevpar, em ê cejnên xwe bi dilekî aram pîroz bikin. Bi têkoşîn û yekîtiyê em ê text û tacê serdestan hilweşînin. Em ê di vê cejnê de jî piştevaniya xwe xurt bikin, bibin hevxemê êş û azarên xwe û birînên xwe derman bikin. Em dizanin em ê bi hev re bi ser bikevin.

Bi minasebeta cejnê, em ji bo temamî mirovahiyê aştî, aramî û tenduristiyê dixwazin û hêvî dikin ev Cejna Qurbanê bibe wesîleya rojên xweş, azadî, demokrasî, wekhevî û  biratiyê. Em Cejna Qurbanê ya gelê xwe bi dil û can pîroz û bimbarek dikin. Em gelek cejnan bi hev re bibînin!"