HDP’ê cejna 4 partiyan pîroz kir
HDP’ê cejna Partiya CHP, SP, DEVA û Gelecekê pîroz kir.
HDP’ê cejna Partiya CHP, SP, DEVA û Gelecekê pîroz kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di roja duyemîn a cejnê de, cejna Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partiya Seadet (PS) û Partiya Pêşerojê (pîroz kir.
Heyeta ji Alîkarê Hevserokên Giştî yê Berpirsê Partiyê Tuncer Bakirhan, ji Komîsyona Gel û Baweriyan Alîkara Hevserokên Giştî Tulay Hatimogûllari, Parlementera Stenbolê Huda Kaya, Parlementera Îzmîrê Serpîl Kemalbay pêk dihatin, bi rêya onlîne peyam pîrozbahiyê dan partiyan û cejna wan pîroz kirin.
Di pîrozbahiya li gel partiyan de qala serweriya mafê mirov, demokrasî û hiqûqê hate kirin. Dîsa yên di Qetlîama Pirsûsê de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn. Her wiha di pîrozbahiyê de hêviyên azadî, demokrasiyê hatin parvekirin.